Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amar; 277 kes ku ji wan 40 zarok in li nav serhildana Îran û Kurdistanê hatine şehîdkirin

16:39 - 2 Çirriya paşîn 2022

Saziya Mafê Mirovî ya Îranê di dawî rapora xwe de ragihand ku hejmara kesên ku di xwenîşandanên Îran û Kurdistanê de hatine şehîdkirin gihîştiye 277 kesan ku 40 ji wan zarok û 24 jî jin in.

Roja Sêşemî 10ê Xezelwerê, vê saziyê ragihand, ku di nav wan de 40 zarok û 9 keç jî hene ku ji aliyê hêzên ewlehiya rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatine şehîdkirin.

Di vê derbarê de du Navenda Mafê Mirovî ya “Harana”yê jî, amarek belav kir û daye zanîn, di xwenîşandanên li Îran û Kurdistanê de 288 kes hatine şehîdkirin herwisa 14 hezar û 161 kes jî, ji aliyê dezgehên ewlekarî ve hatine girtin.