Xelkê Serhildêr yên bajarê Pîranşarê îro Şemî 28`ê Xezelwerê carek din bona piştevanîkirin ji şoreş û serhildana bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê ku eva 65`emîn roje bi awayekî berdewam li qadan in, rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîm silogan dan.
Welatiyan bo destpêkirina serhildanê bi agira rêyên nava bajar girtin û li hember hêzên rejîmê sekinîn.