Duh çev 28ê Xezelwerê ciwanên bajarê Şinoyê rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê û herifîna wê rejîmê serhildan kirin.
Ciwanên Şinoyê li ser bilongoya mizgevta bajar daxwaz ji xelkê kirin ku tevlî serhildana xelkê bibin û paşê silogana “bijî Hizba Demokrat” dan.
Xelkê li ser şeqaman bi dana siloganan gotin: “Em xortên Pêşewan e û nakevin.”
Serhildêran li nav kolana de alaya Kurdistanê bilind kirin û siloganên bijî Hizba Demokrat û mirin bo dîktator dan.