Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Xelkê Kurdistanê tevî berdewamkirina serhildana xwe, divê bi hişyarî ve li hember pîlanên rejîmê derkevin

11:54 - 20 Çirriya paşîn 2022

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, di peyamekê de rû li xelkê Kurdistanê tevî sersaxîkirin ji malbatên şehîdan û xelkê Kurdistanê, daxwazê dike ku serhildana xwe berdewam bikin û hişyarê pîlanên rejîmê bibin û xwe li dana nirxên giranbuha biparêzin.

Deqa peyamê wiha ye:

Xelkê azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê

Mixabin di çend rojên derbasbûyî de hejmareke berçav ji xortên me yên têkoşer di tekoşîna bajar de şehîd û birîndar bûne. Serhildana nasnamexwazaneya gelê Kurd nîşan daye ku neteweya Kurd li ser îrade û daxwaza xwe ji bo ji holê rakirina şêweyên cur bi cur yên sitem, çewsandin û cudakariyan rijd û tekeziyê dike. Lê di heman demê de divê nirxên vê serhildanê bên kêmkirin.

Bê guman şehîda ciwanên Kurdistanê tê wateya jidestdana sermayeke binirx ya Kurdistanê. Eşkere ye ku Komara Îslamî ya Îranê dixwaze rasterast arasteya xwenîşandanan bixapîne. Lewma divê xelkê Kurdistanê bi hişyarî ve li hember pîlanên rejîmê û dijberên gelê Kurd reftar bikin.

Eger çi tevahiya neteweya Kurd û azadîxwazên Îranê bi şehîdbûna xwe ya ji bo maf û azadiyên gel serbilind in, lê di vê qonaxê de parastina canê xelkê Kurdistanê û têkoşerên me yên fedakar divê girîng be. Bi taybetî ez daxwazê li ciwanên me yên leheng dikim ku bi şêweyekî vê serhildanê berdewam bikin ku kêmtirîn nirxa canî hebe.

Di dawiyê de ez bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêjime malbatên şehîdan û hemû xelkê Kurdistanê û hêvîdar im ku birîna hemû birîndaran baş bibe. Daxwaza kevnar a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hemû şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê, bidestxistina serwerî û rizgarî ​​û bidestveanîna mafê neteweyiya Kurd di vê pêxemê de ye, her lewma jî têkoşîna me ya rewa dê berdewam be.

Rojhilatê Kurdistanê di serkevtina xebata xwe de alxahîn e.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî

29ê Xezelwera 1401an a Rojî

20ê Çiriya Paşîn a 2022an