Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Hizbê: Em nabe bihêlin rejîm xewn û pîlanên xwe bîne gorê

13:38 - 20 Çirriya paşîn 2022

Xelê xebatkar û mafxwaz ên Kurdistanê!

Serhildana mafxwaziya we ya ku bi kuştina bi zanebûn ya Jîna Emînî dest pê kir, kevte nav meha xwe ya sêyemîn.

Serhildana ku li Kurdistanê dest pê kir û di demeke kurt de li piraniya bajar û navçeyên din ên Îranê belav bû, ji ber berdewamiya xwe û nirxên taybet ên şoreşê ku mirovî, nirx û azadî ne, di asta navdewletî de bal û rêzeke taybet kişandiye ser xwe.

Di hember de Komara Îslamî ya Îranê wek pîşeya xwe ya hertimê hewl daye ku van serhildanên xelkên mafxwaz ji aliyekî ve bi pîlan û destên biyanî ve girêbide û ji aliyê din ve jî tundûtîjiya bi xwîn bike. Lewma li navxweyê Kurdistanê dil û mêjiyê ciwanan û nûciwana kiriye bi nîşane û li derveyê welat jî bi binpêkirina yasa û prensîpên navdewletî, li Herêma Kurdistanê çend caran bargehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û aliyên din ên siyasî bi mûşek û dironan kiriye bi armanc û ji gefxwarin û êrîşên xwe berdewam e.

Komara Îslamî ya Îranê di heyama du mehên derbasbûyî de, bi şehîdkirina bi dehan kes, birîndarkirina bi hezaran kes û bi girtina hezaran kes li Kurdistanê, hewl daye ku hem nirxdana wê serhildana cemawerî bo xelkê zêde bike û hem jî rêrewa wê xebata mafxwazane di pêxema serkuta xwînayiya pitir de bo tundûtîjiyeke mutleq biguherîne. Ev cinayetên ku li Mihabad, Sine, Bokan, Kamêran, Şino, Pîranşar, Dîwandere û bajarên din ên Kurdistanê di dema xwenîşandanên medenî yên xelkê de afirandiye, her ji bo wê mebestê bûye.

Xelkê bi îrade û xebatkarên Kurd!

Xelkê Îranê û cîhanê bi giştî û wijdana mirovatiyê jî şanaziyê bi têkoşîna we ya rewa, devbernedan û pêdagirî we li ser mafên we yên rewa dikin. Lê rewşa niha wisa dixwaze ku em bi hişyariyeke zêdetir ve pîlanên Komara Îslamî hem fam bikin û hem pûç bikin. Her lewma em daxwazê li hemûyan û bi taybetî ciwanên bi coş û dilgerim ên Kurdistanê dikin ku digel berdewamiya wan di wê serhildanê de, rê nedin ku rejîm pîlan û armancên xwe bîne gorê.

Xebata bi dehan salan a rizgarîxwaziya Kurd li Îranê li dijî desthilatdariya Paşayetî û Komara Îslamî ya Îranê ji bo bidestveanîna azadî, mafên neteweyî, wekhevî û dadperweriyê; Xebateke aştîxwazane û bi taybetmendî û nirxên şoreşgerî û mirovî bûye, her eva jî di asta cîhanê de rêz û hezkirineke bêhempa bo vê xebatê bi dest xistiye. Lewma, digel tekezîkirin li ser maf û daxwazên xwe û berdewamiya xebat û têkoşêna xwe, em bila ji aliyêkê ve rê nedin ku rejîm bi serxistina pîlanên xwe yên xirab taybetmendiyên girîng ên dîroka têkoşîna me ya azadiyê xirab bike. Herwiha em tekez dikin ku diyardeya êrîşkirin bo ser malan û şewitandina wan berevajiyê nirxên şoreşgerî û azadîxwazên xebata netewa me ye û dibe alîkar ku pîlanên rejîmê bi ser bikevin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî şandina silavan bo canê xebatkar û mafxwaziya komelên xelkê Kurdistan, silavên taybet dişîne bo canê paqij ê şehîdên wê heyamê li hemû bajar û deverên Kurdistanê û derheq jidestçûna wan xebatkarên oxrenegirî, em sersaxiyê dibêjine malbat û kesûkarên şehîdan, têkoşerên Demokrat û hemû xelkê Kurdistanê.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Giştî

29ê Xezelwera 1401an  a Rojî

20ê Çiriya Paşîn a 2022an