Xelkê xebatkarê Îranê!
Rêklxirawên mafê mirovî û navendên navnetewyî
Di çend rojên derbasbûyî de û li doma nerizayetiya giştî li seranserê Îranê, Komara Îslamî bi awayek berçav tev bajarên Rojhilatê Kurdistanê milîtarîze kiriye û ji serkutkirina bi xwîn a xelkê nerazî dest hilnagire; rejîmê di Rojhilatê Kurdistanê de bi qutkirina înternet û berqa çendîn dever û taxên bajaran û anîna hêzeke zêde ya leşkerî û Spaha Pasdaran, bi tang û zirêpoşan, di şeqam û qadan de rewşeke tejî tirs li Kurdistanê çê kiriye û di çendîn bajaran de dest bi kuştina xelkê azadîxawz kiriye.
Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê, daxwaz ji hemû xelkê xebatkar ên Îranê dike ku bi her şêwazek ku bikarin, bi beşdariya berfireh a xwe di nerizayetî û xwenîşandanan de li ser şeqman, piştevaniya xwe ji xelkê xweragir û xebatkarê Kurdistanê rabigehînin û yekîtî û piştevaniya seranserî li dijî Komara Îslamî bihêztir bikin.
Em daxwzê ji hemû rêkxirawên mafê mirovî û navendên navnetewî dikin ku bo rêgirîkirin ji kuştina xelkê Kurdistanê, givaşê bêxin ser Komara Îslamî û ji xweragirî û qehremantiya xelkê Kurdistanê piştevaniyê bikin.
Jin, jiyan, azadî
Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê
29ê Xezelwera sala 1401an a Rojî (20ê Çiriya Paşîn a 2022an)