Rejîma serkutkar a Îranê ji bo tepeserkirina xelkê serhildêr ên Mihabadê, li bajarê Selmas, Urmiye, Şino, Nexede û çendîn bajarên din hêzek ku pêkhatiye ji çekên giran û sivik bo bajarê Mihabadê veguhastiye.
Pêka çendîn çavkaniyên agehdar li navxweyê welat, rejîmê cebilxaneyeke zêde jî bo bajarê Mihabadê veguhastiye.
Xelkê serhildêr yên bajarê Mihabadê, ji tevahiya bajarên Kurdistanê daxwaz kirine ku tevlî serhildana seranserî bibin da ku givaşên li ser xelkê Mihabadê bêne kêmkirin.
Rejîmê tevî vê ku li bajarê Mihabadê înternet qut kiriye, duh şev berqa çendîn gerekên bajar jî qut kiribû û caş û pasdarên terorîst bi awayê rasterast malên xelkê didane ber gulleyan.