Îro Yekşemî 29ê Xezelwera 1401an a Rojî, rejîmê di bajarê Mihabadê de tevî cihgîrkirina hêzeke zêde, xelkê bajar xwenîşandan didomînin û biryar dane heta gihîştin bi azadiyê, dest ji tekoşînê bernedin.
Di vê derheqê de desteyek ji hêza taybet a rejîmê di hewleke xapînok de li taxa “Berê Şîlanê” çûne nav xelkê û gotin ku em bo serkuta xelkê nehatine û ti pirsgirêkek me digel xelkê nîne û yên ku teqeyê li xelkê dikin bi kirêgîrtî ne.
Ew hewla rejîmê di halekê de ye ku li taxên din ên bajarê Mihabadê, teqeyê li xelkê dikin û bi tundtirîn şêwazê, hewla serkutkirina xelkê didin.
Xelkê hişyar ên bajarê Mihabadê ragihandine ku em bi vê pîlana rejîmê nayêne xapandin û daxwaz dikin ku ciwan nekevin vê daf û pîlanên rejîmê.
Xelkê şoreşger ên Mihabadê gotine ku em bi ti awayekê nakevin telika pîlanên rejîmê bo bêdengkirina xwenîşandanan û heta gihîştin bi azadiyê, em ê dê berdewam bin.