Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Swîsê 3 terorîst û navenedeke rejîma Îranê xiste nav listê tehrîman

16:58 - 2 Çirriya paşîn 2022

Dewleta Swîsê, 3 fermandeyên terorîst ên Spaha Pasdran û navendeke pîşeyî ya girêdayî Spaha Pasdaran a rejîmê tehrîm kir.

Roja Çarşemî 11ê Xezelwerê, dewleta Swîsê, Berpirsê Stada Giştî ya Hêzên Çekdar ên rejîma Îranê “Mihemedhusên Baqirî, Berpirsê Dabînkirin û Lêkolînên Wezareta Berevaniya rejîmê “Hucetulah Qureyşî” û Fermandê Dironan yê Hêza Esmaniya Spaha Pasdaran “Se`îd Axacanî” xistine nav listê dorpêçan û tevî ku ew terorîst êdî nikarî hatin û çûnê û ticaretê bikin, dest bi ser tev darayiya wan de tê girtin.

Herwisa Swîsê Navenda“Pîşeyên Esmaniya Şahid” a girêdayî Spaha Pasdaran jî tehrîm kir.