Pêka raporên belavbûyî, hêzên ewlehî û serkutkar yên rejîma Îslamî rewşa seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê awarte kiriye, lê xelkê şoreşger yên Rojhilatê Kurdistanê bi gur û coş li hember tundûtîjî û serkutkariyên rejîmê rawestan û bo piştevanîkirin li bajarê Mehabadê ser şeqaman bûn.
Du şev digel rewşa awarte ya bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên serkutkar û ewlehî yên rejîmê ve, xelkên bajarên weke, Pîranşar, Pawe, Merîwan, Sine û Ciwanroyê bo piştevanîkirin ji xelkê serhildêr yên Mehabadê ku di bin tundtirîn givaşên rejîma xwînmj de ye, li ser şeqaman bûn û siloganên li dijî rejîma dîktator dan.
Roja Şemî 28`ê Xezelwerê bajarê Mehabadê piştî biaxspartina şehîdê serhildanê "Kemal Ehmedpûr", rewşa bajêr tev hatiye awartekirin û rejîma xwînmj wir hovîtî pêk aniye û elekterîk û înterneta bajêr jî bi tewahî qut kirbû.
Her di vê pêwendiyê de, hêzên cinayetkar yên rejîma dîktator li bajarên Pîranşar, Dêwlan û Ciwanroyê 5 serhildêrên bi navên " “Muhsên Niyazî” temen 25 salî", “Tahr Ezîzî” temen 30 salî, “Karwan Qadirşukirî” temen 16 salî, “Êrfan Kakayî” û “Bihadîn Veyîsî” jî şehîd kirine.