Civatgeha cîhanî û welatên xwedî biryar!
Navendên navdewletî yên mafê mirovî!
Nîvşeva 29 li ser 30`ê Xezelwerê, Spaha Pasdaran a terorîst a Komara Îslamî carek din bi mûşek û dronan binkeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê di kûrahiya axa Herêma Kurdistanê de kir armanc û mixabin pêşmergeyekî Partiya Demokrat şehîd bû.
Komara Îslamî ku li asta serhildana xelkê serîrakirî yê Kurdistan û Îranê heyrîmayî maye, ji bo ji rê derxistina şoreşa nû û dûrxistina raya giştî a cîhanê li ser serhildana mezin a Kurdistan û Îranê, tevî gefxwarinên berdewam û êrîşkirin li ser axa Herêma Kurdistanê, dem bi dem jî, binke û kempên rûniştiyên medenî yên partiyan kiriye armanca êrîşên mûşekî û dronan.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, tevî şermezarkirina wan êrîşên dirindane, ji navendên navdewletî û rêkxiravên mafê mirovî daxwaz dike ku li hember wê zencîreya tawanên Komara Îslamî û bombebarankirina binkeyên partiyan ku hejmarek xuya malbat, jin û zarok li hundr dijîn bê deng nebin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
30`ê Xezelwera 1401`an
21`ê Çiriya Paşîn a 2022`an