Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgehên rejîma binav Îslamî ya Îranê de tawanên nemirovî û dûr ji exlaq tên encam dan

11:37 - 22 Çirriya paşîn 2022

Pêka rapora kanala Nûçegihanî ya “CNN” ê hêzên rejîma binav Îslamî ya Îranê, binçavkiriyên xwenîşandanên seranserî Kurdsitan û Îranê yên li girtîgehan de destdirêjiya sexsî li ser wan encam dikin.

Her di vê pêwendiyê de, Armîta Ebasî yek ji girtiyên xwenîşandanên seranserî yên Îran û Kurdistanê ye, dema ku ji ber nebaşbûna rewşa tendrustiyê, wê bo nexweşxaneya Îmam Elî vediguhesin, kadrên dermanî pêştî lêkolînên pîşizkî, eşkere dikin ku ev rewşa xerab ya Armîta Ebasî ji ber destdirêjiya sexsî ya di navê girtîgehê de bûye.

Armîta Ebasî niha di girtîgeha Ferdîs ya Kerecê de hepsiye û rewşa wê jî nebaş hatiye ragihandin.