Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawîn amara kuştiyên xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê

12:35 - 22 Çirriya paşîn 2022

Pêka amara Organa Nûçeyî ya Mafê Mirovî ya Hrana li Îranê, li rêkevta 26`ê Gelawêjê heta 30`ê Xezelwerê 434 kes di xwenîşandanên seranserî yên li Kurdistan û Îranê de ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îslamî ve hatine kuştin.

Pêka vê raporê, ji wan 434 kuştiyan de 60 zarok in.

“Hrana” di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de li rêkevta 26`ê Gelawêjê heta 30`ê Xezelwerê 17473 xwenîşander hatine binçavkirin.

Rejîma Îslamî ya Îranê heta niha di wan xwenîşandanan de tenê li bajarên Kurdistanê de 102 xwenîşander şehîd kirin.