Desteyek din ji ciwanên nîştimanperwer û xebatkar yên Kurd tevlî rêzên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bûn.
Desteyek din ji xort û keçên Kurd erka berxwedanê ya Kurdistanê, bo xebat û tekoşîna neteweyî û siyasî a xwe di nav rêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de hilbijartin, û piştî perwerde û rahênanê di dewreya 259`an a fêrgehê de, bi awayek fermî kincên pêşmergayetiyê lixwe kirin û di nav rêzên vê Hizbê de hatin rêkxistinkirin.
Herwisa di vê rêûresima ragihandina bidawîhatina dewreya 259`an a fêrgehê de, “Muxtar Sohrabî”, Berpirsê Fêrgê gotarek pêşkêş kir. Navbirî tevî pîrozbahî gotin ji beşdarên dewreyê re, li derheq rewşa hestyar a Îran û Kurdistanê ya piştî serhildana seranserî ya “Jîna”yê, erk û hewcehiya berahîka tevgera siyasî ya Kurd û berpirsayetiya pêşmergan bo beşdaran axavt.
Di beşek din a vê rêûresimê de, hejmarek beşdarbûyên dewrê ku karîbûn li ceribandinên warên siyasî û leşkerî yên dewrê de astên bilind bidest bixînin hatin xelatkirin.