Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûçegihaniya Fars: Besîcî gefa birîna serê jin û zarokan dixwen

10:59 - 1 Çirriya paşîn 2022

Kanala Telegramî ya fermiya Nûçegihaniya “Fars” a ser bi Spaha Pasdaran îtiraf dike ku besîcên rejîmê bi bilindgoyan li bajaroka “Ikbatan” a ser bi bajarê Tehranê, gefa birîna serê jin û zarokan xwarine.

Besîcên rejîmê roja Duşemî 9ê Xezelwerê, di bajaroka “Ikbatan” a Tehranê de bi rêya bilindgoyan ve gotine ku bo parastina desthilatê dê serê jin û zarokan jî bibirin” û nûçegihaniya “Fars” a ser bi Spaha Pasdaran ew nûçeya piştrast kiriye û wek şanazî bas ji wê gefa hov a dûr ji hemû pirensîbên exlaqî, mirovî û yasayên olî û navnetewî dike.

Gefxwarinên besîcên hov ên rejîmê di halekê de ye ku xelkê bajaroka “Ikbatan” a Tehranê, guh bi gefxwarinên besîcan nedane û her wek şevên berê, heta derngiya şevê li ser şeqaman mane û silogan li dijî binyata rejîmê dane û li hember wan hêzên rejîmê sekinîne.