Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî amara kuştî û birîndarên serhildana seranserî li Kurdistan û Îranê

11:40 - 25 Çirriya paşîn 2022

Ajansa Nûçeyaniya “Hrana”yê ku organa nûçeyan a komek ji çalakvanên mafê mirovî li Îranê ye, hejmara şehîdên serhildana li Îran û Kurdistanê belav kir ku herî kêm 445 kes ji serhildêran ji aliyê hêzên rejîma serkutkar a Îranê ve hatine şehîdkirin.

“Hrana”yê daye zanîn ku 63 ji şehîdên serhildêra seranserî zarok in.

Amara binçavkiriyên serhildanê ji 26`ê Xermananê heta 3`ê Sermaweza 1401`an a Rojî, 18, 170 kes hatiye ragihandin, lê heta niha tenê 3234 kes ji wan kesan nasname û cihê ragirtina wan hatiye zanîn.

Ajansa Nûçegihaniya “Hrana”yê hejmara xwendekarên binçavkirî 559 kes ragihand û daye zanîn: “Ev xwendekarên girtî ji 143 zanîngehên Îranê de hatine girtin.”