Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Duh şev bajarên seranserê Îranê bo piştevanîkirin ji bajarên Kurdistanê ku di bin givaşên rejîma serkutkar de ne derketin ser şeqaman

11:42 - 25 Çirriya paşîn 2022

Duh 3`ê Sermawezê ku bajarên seranserê Rojihilatê Kurdistanê tevî rewşa awarte û givaşên hêzên serkut yên reçjmê dukan û bazar daxistibûn û tevlî mangirtina seranserî bibûn, bi şev bajarên seranserê Îranê jî, bo piştevanîkirin ji Kurdistaniyan derketin ser şeqaman û lidijî rejîma dîktator siloganên weke, “Mirin bo Xamneyê û mirin bo dîktator”dan.

Bajarên Îranê yên weke, Îkbatana Tehranê, navçeya Mîşriye ya li başûr û rojihlat û meydana Tecrîş a Tehranê, Setarxan a Tehranê, Mazenderan, Zerînşehra Îsfehanê, Hemedan, Kaşan, şeqama Dirextî ya Kerecê, Sîstan û Belûçistan û çendîn bajarên din yên Îranê xelkê serhildêr bo piştevanîkirin li xelkê bajarên Kurdistanê û yekgirtîbûnê rijyane ser şeqaman û siloganên “Mirin bo dîktator, û mirin bo Xamneyî” dan.

Li bajarê Îsfehanê, xelkê serhildêr bo piştevanîkirin li xelkê bajarên Kurdistanê, heta derengiya şevê li ser şeqaman bûn û li dijî serkutkarî û hovîtiyên rejîma Îslamî, silogana “Jin, Jiyan, Azadî” dan.

Herwisa li bajarê Zerînşehra ser bi Îsfehanê jî serhildêran duh şev bi dana silogana “Piştevanî, piştevanî” lidijî rejîma Îslamî xwenîşandan lidar xistin.

Li Ponk a Tehranê jî, serhildêran bi hilkirina agir rêyên wir asteng kirin û li dijî rejîma cinayetkar a Îslamî  û bo piştevanîkirin ji bajarên Rojihlatê Kurdistanê xwenîşandan lidar xistin.

Dubare li Tehranê, serhildêran li mezin rêya Kaşanî ya wî bajarî de, benêrên rejîmê agir berdanê û li dijî rejîmê xwenîşandan kirin.

Li bajarê Mazenderanê jî, di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de, serhildêran bo piştevanîkirin ji xelkê bajarên Kurdistanê ku di bin givaşên rejîma dîktator de ne, heta derengiya şevê li ser şeqaman bûn û benêrên Xamneyî agir berdanê.