Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarên Rojhilatê Kurdistanê tevî rewşa awarte û milîtarîzebûna bajaran serhildêr ser şeqaman bûn

12:21 - 25 Çirriya paşîn 2022

Di berdewamiya serhildana seranserî ya bajarên Kurdistanê de, duh şev 3`ê Sermawezê bajarên weke, Şino, Îslamavaya Urmiye, Mehabad, Pîranşar, Seqiz, Serdeşt, Îlam, Bokan, Kirmaşan, Sine, Dêwlan, Ciwanro û çendîn bajarên din ku serê sibê mangirtin bûn, bi şev jî derkevtin ser şeqaman û li dijî hêzên serkutkar û rejîma cinayetkar silogan dan û berxwedanî kirin.

Li Îslamavaya ser bi bajarê Urmiyê serhildêran li ser rêyan agir hilkirin û rê astengkirin û li idjî rejîma dîktator xwenîşandan kirin.

 Herwisa li bajarê Kirmaşanê, di berdewamiya serhildana seranserî ya Kurdistan û Îranê ya li dijî rejîma dîktator, rijyane ser şeqaman û rêyên nav bajar girtin û bi dana silogana “Mirin bo Xamineyî” xwenîşandan berdwam kirin.

Li bajarê Bokanê, serhildêr di heyama şevê de rijiyane ser şeqaman û bi hilkirina agir rêyên bajêr astengkirin û li djî rejîmê xwenîşandan berdewam kirin.

Her di vê pêwendiyê de, li bajarê Îlamê jî, şeva Pêncşemî 3`ê Sermawezê serhildêr rijiyane ser şeqaman û benêrên rejîmê agir berdanê.