Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Duzap a ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê piştî nimêja Înê bo piştevanîkirin Kurdistanê xelk rijyan ser şeqaman

15:39 - 25 Çirriya paşîn 2022

Îro Înê 4`ê Sermawezê, xelkê bajarê Duzap a ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê piştî nimêja Înê carek din rijyian ser şeqaman û li dijî rejîma dîktatora Îslamî ya Îranê xwenîşandan lidar xistin.

Serhildêrên bajarê Duzapê di vê xwenîşandanê de silogana “Kurd û Belûç birane û tiyê xwîna rêber in” dan û li dijî rejîma dîktator xwenîşandan berdewam kirin.

Her di vê pêwendiyê de, bajarên Çarbihar û Sîstan û Belûçistan û Zahidanê jî piştî xwandina nimêja Înê bo piştevanîkirin ji Kurdistanê rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê xwenîşandan kirin.

Herwisa xelkê azadîxwaz yên Sîstan û Belûçistanê di vê xwenîşandanê de silogana “Besîciyê spahî, DAÎŞê me hûnin  û Kurdistan Kurdistan piştevanê we ne” dan.