Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongireya “Enternasyonal Sosyalîst”bi beşdariya Partiya Demokrat hat lidarxistin

20:18 - 25 Çirriya paşîn 2022

Îro Înê 4`ê Sermawezê (25`ê Çiriya Paşîn a 2022`an) li bajarê Madrîd a paytexta Spaniyayê 26`emîn kongreya Rêkxirava “Enternasyonal Sosyalîst” bi beşdariya heyeteke payebilnid a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hat lidarxistin.

Herwisa di vê kongireyê de heyeteke PDKÎ bi serpereştiya Berpirsê Giştî yê Navenda Birêveberiya Partiya Demorkat a Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî beşdar e.

Mewlûd Siware nûnerê Rêkxirava “Enternasyonal Sosyalîst” ji malpera “Kurdistanmediya”yê re got: Biryare ev kongireya bo heyama sê rojan dê berdewam be.

Navbirî îşare bi vê yekê kir ku, Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberî yê PDKÎ roja Şemî 5`ê Sermawezê(26`ê Çirya Paşîn) gotarek li derheq dawîn bûyerên Kurdistan û Îranê dê pêşkêşî beşdarbûyan bike.

Siware wiha berdewam kir, Biryare nameyek li derheq Komara Îslamî û binpêkariyên wê yên di heyama temenê desthiladariya wê de, ji aliyê kongireyê ve bê weşandin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, endamê fermî yê Rêkxirava Navdewletî ya “Enternasyonala Sosyalîst e”

Di heyama birêveçûna kongreyê de, emê zanyariyên zêdetir di vê derheqê de bidin.