Me digel Dr. Serbest Nebî mamosteyê felsefeya siyasî li zanîngeha Koye li derheq serhildana nû ya Rojhilatê Kurdistanê hevpeyvîn pêk anî û navbirî di beşek ji axavtinên xwe de got: “Ew raperîna yanî şoreşek bi tevawî wate ye, yekem tişt, civaka Îranî bi hemû neteweyên Îranî twanî heta niha yek gotarek siyasî diyar bikin”.
Hevpeyvîn: Bêhzad Simko
P: Bi nerîna we ev dorpêçên welatên Ewropa û Amerîka yên li ser rejîma Îslamî ya Îranê bandorek li ser rejîmê û pêwendiyên di navbera wan yên li derheq Lihevkirina navkî heye?
B: Sebaret bi pirasa te ya yekem ew du desten Amerîka û Ewropa, li acendeyên wan de nîne ku guherîn li rejîma Îranê de bikin di vê qonaxê de, her wekî dibêjin me tenê divê Îran reftarên xwe biguhere li reftara xwe di çi astê de biguhere, li astê derve û li astê navxwe bo wan xem nîne, eger rejîma Xamineyî xelkê bikuje û birîndar bike, ew ne xemxwarê vê ne, xemxwarê vê yekê ne ku ecindeyên wan li Lubnan, li Îraq li Sûriye, li Yemen ewane têk dide, ew gorankariya ku ew daxwaz dikin gorankarî li reftarên xwe an bibêjin te`idîlkirin an guncavkirina reftarên xwe li asta navxweyî nîne belkî daxwaza guherîn li asta derekî ye, ewa xema yekem a Ewropayê û ya Amerîkayê ye, Amerîka niha di vê gonaxê de naxwaze rejîma Xamineyî an Xumêynî damezirandî biguhere, lê, diyare bi du desteyan dike destê rast goftgûyê digel bike û hewlê dide tenezulatan(Poenan) ji wan bistîne sebaret bi wan mûşekên navkî hewl dide rejîma Îranê bersivê bide li ser pêdawîstiyên siyasî û civakî ya Ewropî û Amerîkî û bi destê çepê jî, hewlê dide hindek tenezulatan yanî wek mînak nûnerên Yekîtiya Ewropayê li Parlemana Ewropayê, nûnerên Opozisiyona Îranî bi tevahî dîtine û guhdariya gotinên wan dike, lê, ewane di rastiyê de ti karlêkeriyek li ser siyaseta wan dewletan tinîne, ewane tenê dibêjn Îranê em agehdar in tu çî dikî, em egehdar in tu çende tundûtîjî li hember xelkê li ser şeqaman û li dijî vê raperînê bikar tînî, em jî dikar vê bi kar bînin ca ya baştir ev e tu tenezulatan bo me pêşkêş bikî, tu li melefên li ecindeyên navkî û mûşekî û yên wiha û melefên siyasî li Yemen û Lubnan û Sûriyê û Îraqê tenezulatan bo me bikî, ew şêwaza siyaset a oprtûnîstan(Derfetçiyan) e, şêwazên ku Ewropî bi kar tînin di vê qonaxê de taybet bo rejîma Îranê ye, bi hizra min ew şoreşa paş nakeve, ew raperîna ku di Îranê de ye, cudaye ji hemû raperîn û xwenîşandanên nerizayetiyên li salên derbasbûyî de, ev cudahiya bi tevahî serhildanek bi wateya tevaw û em dikarin berfirehtir li ser biaxivin di qonaxa duyemê de.
P: Dr. serhildana niha ya Rojhilatê Kurdistanê di çi qonaxekê de ye?
B: Sebaret bi pirsa duyem wekî min bas kir, ew raperîna yanî şoreşek bi tevawî wate ye, yekem tişt, civaka Îranî bi hemû neteweyên Îranî twanî heta niha yek gotarek siyasî diyar bikin. Gotara siyasî û silogana diyarîkirî wek em dibînin taybet bi demokrasiyê ye taybet bi rûxandian rejîmek tundajo û dîktator e.
Heta niha ti xwest û daxwaziyek siyasî derveyî gotara hevpar bilind û berz nekirine, lê, tirs heye tirs ji hezfê me wekî me wekî ezmûna Sûriyê ku me dît destdirêjî tê de bê, destdirêjiya çekdarî yanî bi leşkerîkirina vê şoreşê ye ku ew xeterek gelek mezin e li ser paşeroj û dahatûyê be, renge rejîma Xamineyî bi xwe hin girûpên çekdar tevlî serhildana xelkê bike ku bikarin bibêjin ew tundrev in ew çekdar in, ew ne şoreşek demokratîk e, divê hemû ji vê yekê agehdar bibin û rê bi wan nedin ku wekî Sûriyê de qewimî û di nav xwe de dabeş dabeş bû, tirsa duyem a li ser wê dikarim bibêjim ku ew tirsek asayî ye heta niha ti pilatformeke taybet a vê şoreşê nîne yanî nûneratiyek hevbeş nehatiye damezirand ji gişt opozîsiyona neteweyên Îranê, dibe vê şoreşê pilatformek taybet hebe, eger wiha berdewam be dê bi hed bê sînûr derkeve û dê bibe raporînên lokal, lewma, heta niha ew tişt nebûye, em dibînin ku barê herî giran û qurs li ser milê Kurdistana Rojhilat û xelkê Kurdistanê ye, ew zêdetirîn qurbanî didin û dereceyek raperîna wan tundtir e û bihêztir e û herwisa piştevaniyek Belûçan jî heye tirsa sêyem ji eveku hokar an sedemek heye ew ya derve ye, tirsa min heye destê Tirkiyê an destek Tirkiyê destêverdanê bike her wek di Sûriyê de ku hin girûpên Tirkeman jî herwisa li Rojhilatê Kurdistanê de bike û Azeriyan û Kurdan bi dijî hev bi kar bîne, û tirsa Tirkiyê tirsek mezin a nû gorankariyek demokratîk li Îranê biqewime, hêzên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet agehdarê vê xalê bin, tekeziyê dikim ku bi micidî agehdarê vê xalê bin, dewleta Tirk aqilê siyasiyê Tirkî ji Rojhilatê Kurdistanê ditirse herwek çawa ji bakûrê Kurdistanê ditirse çi gorankariyek li Rojhilatê Kurdistanê biqewime bo berjewendiyan be bo paşeroja dewleta Tirk metirsî ye ji nûtûraniyiya Tirk û eqlê siyasiya Tûranî, regezperestiya ku li Tirkiyê heye, ne wekî Rojava ku xetera wê kêmtir e li ser Tirkiyê, serwe jî dibînin ku Tirkiye di wan deh dazdesalan de çi bi kar anî li dijî ecênda û armancên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ew her sê xalên girîng in bo vê şoreşê, li ber vê yekê pêwîste Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gotarek siyasî eqlanî di hember Azeriyan de dabirêjin ku Azerî ne neteweyek Tirk in, lê, raste zimanê wan Tirkî ye û divê tezîza wan û fûkûsa wan rakêşine bo ser vê yekê ku Kurd û Azerî nêzîkî hev in û dîroka û cografiya wan gelek nêzkî hev in, wekî demokrasiyek modern welatek pêşkevtî bi hev re damezirînin û jiyanek baştir û ciwantir damezirînin.
Ez hizir dikim ku eger eqlê regezperestî û Tûranî bikeve nav xelkê Azerî dê zêyanek bo wan û ziyanek bo Kurd û paşeroja Îranê hebe.
P: Gelo ev piştevaniya Amerîka û welatên Ewropayî ji serhildêran, mirov dikare bibêje derbeyek mezine li rejîma Îslamî ya Îranê?
B: Sebaret bi pirsa sêyem piştgirîya Amerîka û Ewropa bo Rojhilat heta niha piştgiriyek me`inewî ye, heta niha li asta praktîk an emelî de cî bi cî nebûye, lewma, dibe Amerîka ji vê yekê pêştir here hêj kargêriya sembola vê şoreşê anku “Jin Jiyan Azadî” li raya giştî ya Ewropa ya Amerêka û cîhanê de dengvedanek mezin daye û hetmen jî wiha namîne û di rojên bê de dê karlêkeriyê li ser biryarên Ewropayî û Amerîkayê bide, lê, her wekî min pêştir di bersivdana yekem de bas kir, bi du destan pêwendî digel Îranê dike bi destê rastê goftugû dike ku tenezulan bi dest bixe bo berjewendiyên siyasiyên Ewropayî û Amerîkayê û bi destê çep jî, hewlê dide tekeziyê li ser bike û zêdetir tenezulatan bi dest bîne taybet bi vê acendaya siyasî ne bo daxwaziyên xelkê Îranê û neteweyên Îranê.
P: Gelo mirov dikare bibêje di vê pêvajoyê de xetîreya şoreşê li destê jinê de ye?
B: Ez wiha nabînim, ew pirs ji min hate kirin li ser midiyayên erebî jî û beravird kir digel şoreşa Sûriyê şikest û bû şerê navxwe, li ber gotar û amarên mêrsalarî ên şoreşê bi kar dihat, lewma, bo astek dakîkal ve çû û hêzên tundrew hatin pêşiya vê raperîna Sûriyê û cih dagîr kirin, karîn zimanê xelkê bidizin û bi navê wan û bi gotarek Îslamî-Siyasî biaxivin û bikar bînin, li ber wana civaka navnetewî piştevanîkirina xwe ji şoreşa xelkê Sûriyê ragirt û paşve çûn, em dibînin ku ew raperîna( serhildan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê) raperînek bê mînak û cuda ye taybet bi jinê ye şoreşeş materyalîstî ye bi navê tev gel û neteweyên Îranê û raste ku di destpêkê de Jîna Kurd ew serhildan dest pêkirin û di hjer demê de bawerî bi jina Kurd hebûye, jina Kurd her dem kariye gotarek modern û demokratîk pêşkêş bike, li Rojavayê Kurdistanê jî me ew yek dît û li Rojhilat jî em dibînin ku ew dubare bûye û da xuya ku Jîna Kurd cuda ye ji jinê ve tê nasîn li ser jinên Rojhilat, ew têbîniya ku Ewropî û Amerîkayiyan li ser jinan li Rojhilata Navîn de hebû, bi Jîna Kurd hate guhertin, Jîna Kurd mînakek nû ji zayend û regez pêşkêş kiriye li ti mekteb û felsefeya siyasî de nebûye, lewma, bawer dikim rehend li ser jin be li ser jinên Îranê û bi taybet li ser jinên Rojhilatê Kurdistanê ew serhildan e dê armancên xwe cî bi cî bike û gelek bawerî bi wan heye. Ew nezanin ku ezmûn an ceribandinên li Lîbî, Sûriye û şoreşên beharên Erebî nikare bersivê bide ku heta ti astekê ew şoreş û serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hinde bê mînak, pêşkevtî û cuda bû, lewma, ez bi xwe wa gelek miştaq bûm gelek kêfxweşbûm ku jin bi taybet Jîna Kurd hinde aza û netirs û bivêr in ku karîne pêşengiya serhildanê bikin.
P: Gelo rejîma Îslamî bi wan hemû îşkence û kuştin û rewandin û tudûtîjia li hember serhildêran, dikare xwe ji vê heqîqeta ku heyî nedîtî ve bê?
B: Ev pirsiyar ji midyayên erebî û cîhanî jî ji min hate kirin, gelo! Rejîma Îranê dikare çaksazî û reforman bike û hinek tenazulatan(Poenan) bi xelkê re bide, ez du-sê sal in min xebat li ser gotara netwî û hizriya Wilayeta feqîh û destûriya Îranê kiriye wek ez dibînim, ew rejîme bi ti awayekê amade nîne ku ti tenezulatekê bo xelkê Îranê an reformekê di binyat û rejîma xwe de çê bike. Binyata vê rejîma totalîter û tevavxwaz wiha hatiye avakirin, lewma, ez bawer nakim ku ew hizrên wiha bikin, bi hizra rejîmê ku eger tenezulatek biçîk jî bike derzek mezin di dîwarê dîktatoriyê de dikeve, lewma, bi vê hizrê nikare ti tenezulatekê bo xelkê bike an têgihîştinek ji rewşê hebe û reforman digel neteweyên li Îranê pêk bîne, lewma, xelkê Rojhilatê Kurdistan û neteweyên din ên Îranê neçar in vê raperînê bidomînin heta bikarin serkevtinê bi dest bixin, zor spas.
Dr. Serbest Nebî Mamosteyê felsefeya siyasî li zanîngeha Koye