Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend zarokên dibistanî yên Belûç bi sedema nebûna sol, ji xwendingehê hatine derxistin

17:19 - 20 Çirriya paşîn 2025

Hejmarek ji xwendevanên dibistanî ku bi sedema hejariya tevav a malbatên wan bê sol mane, bi neçarî bi pêxasî çone xwendingehê lê ji aliyê berpirsên xwendingehê ve hatine derxistin û bi wan hatiye ragihandin ku nikarin bê sol li waneyên vê dibistanê de beşdar bin.

Asta hejarî li deverên Belûçistanî yên Îranê de bi qasekî dijwar û berfireh bûye ku malbat êdî nikarin bo zarokên xwe sol û hewcehiyên din ên jiyanê jî dabîn bikin û ev rewşa li ber çavên xelkê û berpirsên xemsarê ên rêjîmê roj bi roj dijwartir dibe.

Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê yek ji parêzgehên xwediyê kangehên gelek dewlemend bi taybet zêr e ku salane zêdetir ji 10 ton zêr bi tenê li kangeha zêr a çiyayê Teftanê de tê berhemanîn lê xelkê dever û parêzgehê bi tevavî ji vê dahatê bêpar in.