Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Netwên Yekgirtî, cinayetên rêjîma Îranê şermezar kirin

10:58 - 20 Çirriya paşîn 2025

Roja Çarşemî 18ê Çiriya Paşîn, li Komîteya Sêyem a Kora Giştî ya Saziya Netewên yekgritî, biryarnameyek bi dijî rêjîma Îranê û bi armanca şerezarkirina binpêkariyên sîstematîk ên mafên mirovî û cinayetên rêjîma Îranê li bidarvekirinên aşkere û bi kom ên dehika 60an û salên 1388, 1398 û 1401 a Rojî, bi 79 dengên “Erê” û 28 dengên “Ne” pesend kir.

Li vê biryarnameyê de cinayetên hovaneye rêjîmê bi tundî hatine şermezarkirin.

Herwisa li vê biryarnameyê de vê saziyê li derheq zêdebûna bidarvekirinan li Îranê û herwisa bikaranîna bidarvekirinan wek alaveke tepeserkirina siyasî û fetisandina dengê dijber û neraziyan, zêdebûna rêjeya bidarvekirina jinan û zarok û nûgihanan, nigeraniyên xwe daye xuya.