Li roja 20ê Çiriya Paşîn, biryarnameya pêşniyarkirî ji aliyê Amerîka û Troîkaya Ewropayê, ji aliyê Şêwreya Hukam ve hate erê kirin û rêjîma Îranê hatiye erkdarkirin ku bi lezgînî tevaviya zanyariyên serast û hûr li derheq Oraniyoma paşkevtkirî ya bi tîratiya %60 radestî lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bike.
Pêka rapora “Reuters”ê, erêkirina vê biryarnameyê bi 19 dengên “Erê”, 12 dengên “Bêalî” û 3 dengên “Ne” yên Rûsiye Çîn û Nicêrê, hatiye erêkirin.
Pêka gotina dîplomatên li vê civînê de, tevî demdirêjkirina karê lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, bi tekezî rêjîma Îranê erkdar kirine ku bi lezgînî bersiva hemû daxwazî û pirsyarên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bide.
Nûçegihaniya “Associated Press” li vê derheqê de ragihandiye ku endamekî vê Şêwreyê ji dengdanê xwe parastiye.