Roja Yekşemî 16ê Çiriya Paşîn semînarek siyasî-teşkîlatî bi beşdariya hejmareke berçav ji endamên Hizba Dêmokrat û amadebûna heyeta Navenda Birêveberiya Hizbê li derveyî welat, li Norwêjê de bi rê ve ço.
Semînar bi sirûda netewiya Ey Reqîb û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji rihê paqijê Şehîdan dest pê kir.
Li beşa yekem de “Kuwêstan Gadanî”, berpirsa Navenda Derve ya Hizbê gotarek siyasî-teşkîlatî pêşkêş kir û li beşa 2yê de jî Dr. “Cewad Daniş pejûh”, berpirsê Teşkîlata Hizba Dêmokrat li derveyî welat, gotareke teşkîlatî pêşkêş kir.
Li beşa dawî ya semînarê de endamên Hizba Dêmokrat tevî beşdariya çalakane, rexne, têbînî û pirsyarên xwe anîne berbas û ji aliyê berpirsên Navenda Birêveberî ya Derveyî welat ve, bersiva wan hate dan.