Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Troîkaya Ewropayê biryarnameyek dijî rêjîmê dane Şêwreya Hukam

16:44 - 20 Çirriya paşîn 2025

Roja Şarşemî 19ê Çiriya Paşîn, Amerîka û Troîkaya Ewropayê anku “Birîtaniya, Alman û Firanse”, biryarnameyek bo rohnbûna pêspartiyên lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li derheq rêjîma Îranê, bi Şêwera Hukam pêşkêş kirin.

Li vê biryarnameyê de daxwaz ji rêjîma Îranê hatiye kirin ku soz û pêbendiyên xwe ku pêştir rêjîma Îranê soza birêvebirina wan dabû, cî bi cî bike wek derfetdan bi lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bo lêkolîn li hemû navendên navkî û dana zanyariyên hûr li derheq amarên madên navkî û zindîkirina dubare ya çavdêriyên hewce û hestiyar.

Herwisa li vê biryarnameyê de hatiye ku peyama wan rohn e, dibe rêjîma Îranê bê sekinîn û bi lezgînî pisgirêkên xwe yên padmanî çareser bikeꓼ Dibe rêjîma Îranê destpêregihîştina Ajansê bi navendên navkî, bersivdan û zindîkirina çavdêriya Ajansê û herwisa hevkariya tevav ji xwe bide xuya da ku Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bikare erkên xwe yên yasayî li Îranê de bi cih bîne.