Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

40 sale, rêjîm erdê xelkê Hêrsînê nade wan

10:48 - 20 Çirriya paşîn 2025

Derdora 40 sal berî niha, hejmarek ji xelkê bajarê Hêrsînê, li şehreka Azadî ku bi navê şehreka “Zerbîawa”yê jî tê naskirin, erd ji rêjîmê kirîne ku bo xwe avahiyan nav de çêbikin, lê piştî derbasbûna 40 salan, hêj ne derfeta avakirina derban û xaniyan daye wan, û ne belgeya xwedîbûna xelkê li wan erdan daye wan.

Heta niha ti berpirs an navendeke pêwendîdar a rêjîmê li vê derheqê de ti hewlek bo çareserkirina vê pirsgirêka micid nedaye.

Wan welatiyan ragihandine ku ti berpirsek bersiva me nade û kes li vê pirsgirêkê de berpirsayetiyê nakêşe stuyê xwe, 40 sal e me ev erd kirîne, lê ne belgeya xwedîbûna wan erdan û ne derfetnameya avakirina xanî û avahiyan didne me, Lewma em îro li ber deriyê fermandariya rêjîmê li bajarê Hêrsînê de kom bûne ku mafê xwe yên ku 40 sal e binpê kirine, ji wan bistînin.