Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîzişkên çav yên Îranê di nameyek serwerkirî de Encûmena Çavnasiya rejîmê li derheq armanc girtina çavên xwenîşanderan ji aliyê hêzên rejîmê ve hişdarî dan

11:02 - 26 Çirriya paşîn 2022

 140 pîzişkên çav yên Îranê di nameyek serwekirî bo Serokê Encûmena Çavnasiya rejîmê Mehmûd Cebarvend yê rejîmê li derheq bi armanc girtina çavên xwenîşanderan ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve, nîgeraniya xwe nîşan dan û hişdarî dan.

 Di vê nameya serwekirî ya 140 pîzişkên çav bo Mehmûd Cebarvend serokê Encûmena Çavnasiya rejîmê hatiye, hêzên leşkerî bi gulleyên saçmeyî û pîntbal çavên xwenîşanderan dikin armanc û ev yek jî zirarên bê qerebû bo çav li pey xwe heye û di vê derheqê de hişdarî dan.

Herwisa wan pîzişkan nivîsîne, mixabin di piraniya haletên derbên ku li çavên xwenîşanderan kevtine, bûne sedema jinavçûna rohnahiya çavek an jî herdu çavan.