Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa bajarên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê awarte ye

11:21 - 26 Çirriya paşîn 2022

Duh Înê 4`ê Sermawezê xelkê Belûç yên bajarên cuda yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê piştî nimêja Înê tewî rewşa awarte, bona nîşandana nerazîbûna xwe li derheq serkutkarî û binçavkirina bê sedem a hevwelatiyên belûç derkevtin ser şeqaman û nerazîbûna nîşan dan.

Di vê xwenîşandanê de bajarên weke, Duzap, Çarbihar, Zahidan, Xaş, Îranşehr, Zehk, Pehre, Seravan û Teftanê li dijî serkutkarî û cinayetên hêzên rejîma serkutkar ya Îranê xwenîşandan lidar xistin.

Pêka zanyariyên ku duh li derheq xwenîşandanên bajarên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê belavbûne, hêzên cinayetkar yên rejîmê bi gulleyên şerî teqe ji xwenîşanderan kirin e û di encamê de jî hejmarek zêde xwenîşander birîndar bûne.

Rejîma serkutkar û dije mirov, av û elekterîka bajarê Şîrabad a ser bi bajarê Duzapê qut kiriye.

Her di vê pêwendiyê de, hevwelatiyên belûç yên bajarên cuda yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, li hember tundûtîjî û cinayetên hêzên rejîma Îslamî ku di rojên Înê li bajarên wê parêzgehê de encam dane, Îro 5`ê Sermawezê bajarên weke, Zahidan, Duzap û çendîn bajarên din di mangirtina seranserî de ne.