Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Vienna yê li ber deriyê Navenda Îslamî ya Îmam Elî xwenîşandan hat lidarxistin

11:20 - 3 Çirriya paşîn 2022

Roja Çarşemî 11`ê Xezelwera 1401`an penaberên Kurdistan û Îranê yên li Vienna yê, bona nîşandana nerazîbûna xwe li dijî serkutkariyên hêzên rejîmê yên li dijî serhildran, li ber deriyê Navenda Îslamî ya Îmam Elî ya di wî welatî de xwenîşandan lidar xistin.

Di vê xwenîşandanê de, endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî, bi hildana alaya pîroz a Kurdistanê û arma Hizbê beşdarî kirin.

Herwisa di vê xwenîşandanê de, xwenîşanderan, gotarek li derheq şoreşa xelkê Îranê ya li dijî rejîma Îslamî û serkutkarî, kuştin, îşkencekirin û binçavkirina xwenîşanderan ji aliyê rejîmê ve pêşkêş kirin.

Xwenîşanderan ji welatê  “Austria”yê daxwaz kirin ku, pêwendiyên dîplomasî  û bazirganî yên xwe yên digel rejîma Îranê qut bike.

Her di berdewamiya gotarê de, xwenîşanderan ji welatê “Austria”yê daxwaz kirin ku,  li derheq mi`amileyên kompaniyên bazirganî yên wî welatî yên digel rejîma Îranê lêkolînê pêk bîn e û balyozê Tehranê yê li wî welatî derbixîne û bi dana mafê hevwelatîbûnê ji kesên girêdayî rejîma Îranê re dawî pê bîne.

Di dawiya wê xwenîşandanê de, penaberên Kurdistan û Îranê yên li “Austria”yê, çend silogan li dijî rejîma Îranê dan.