Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma serkutkar û dije mirov li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi kom welatiyan binçav dike

12:03 - 26 Çirriya paşîn 2022

Xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê ku 72`emîn roja xwe derbas dike, hêzên rejîma dije mirov, tevî awartekirina rewşa bajaran bitaybet bajarên Kurdistanê û digel vekolîna malên welatiyan, bi kom wan biçav dike.

 Di heyama çend rojên derbasbûyî de tenê li bajarê Dêwlanê, welatiyên bi navên, “Ferdîn Hemîdî, Mihemed Qadirî, Yasîn Fethî, Omîd Biraxasî, Elîmhemed Husênpenahî û Kamran Fethî”, ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve hatine binçavkirin û heta niha ti zanyariyek li derheq cih û qedera wan ber dest nine.

Herwisa li bajarên Pîranşar û Sine jî, welatiyên bi navên, Sen`ian Ebûbekirlahîcanî, Mamosteyî olî Arman Sadiqî, Heydye Subihanî, Xizir Mihemedî, Yûnis Alî, Mistefa Xenîpûr, Vehab Mihemedpûr û çendîn welatiyên din di heyama çend rojên derbasbûyî de, ji aliyê hêzên ewlehî û serkutkar yên rejîma Îslamî ve hatine binçavkirin û bo cihên nediyar veguhastin e.

Pêha dawîn amara “Organa Nûçeyî ya Mafê Mirovî ya Hranayê li Îranê”, heta niha 18170 xwenîşander ji aliyên hêzên serkutkar yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin, ku tenê nasnameya 3312 ji wan hatiye naskirin.