Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya mamosteyên Olî yên bajarên Qorve û Dêwlan ji serhildana seranserî ya Rojhlatê Kurdistanê

12:50 - 26 Çirriya paşîn 2022

Mamosteyên olî yên Qorve û Dêwlan di vê daxuyaniyekê ji serhildana seranserî ya bajarên Rojhilatê Kuridstanê piştevanî kirin.

 Di beşek ji vê daxuyaniyê de hatiye:

Xwedayê dilovan hez nake ku ti kes dengê xwe bi gotinên kêrnehatî bilind bike, meger kesek ku zilm jê hatibe kirin û Xwedayê dilovan guhdarê dengê zilmlêkiriyan e û haydarê kiriyarên zaliman e jî. Bûyer û pêşhatên hov yên ku di heyama sê mehên derbasbûyî de qewmîne dilê her mirovekî daxdar kiriye û dengê hawara azadîxwazan digel dengê gulleyên zilmê, di kolanên êş û azar dîtî yên Îranê de muzîka mirinê lêdixin û di pêka hedîsa dilovaniyê ya pêxemberê Îslamê de hatiye, duayên zilmlêkiriyan esman pêkandine û eger ti guherînkariyek pêk neyê, xwedayê dilovan ji roja mî`adê agehdar e.