Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Nivîsîngeha Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Ewropayê li derheq êrîşên Îran û Tirkiye bo ser Kurdan

13:30 - 26 Çirriya paşîn 2022

Nivîsîngeha Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Ewropayê li derheq êrîşên emsanî yên artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û mûşekbaran binkeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistanê ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Destdirêjiya Tirkiyê terorê zindî dike

Ev çend roj in, rêjîma Tirkiyê bi operasyoneke hovane bi çekên giran û firokeyên şer êrîşî çend navçeyên Sûriyê û bi taybetî êrîşî navçeyên Kurdî dike, ku tê de hejmarek ji saziyên jêrxana bingehîn û ya xizmetguzarî û navendên wize hatine wêran kirin, û jimareyek mirov hatine şehîd û birîndaran kirin.

Ev destdirêjî hevdem tê digel operasyonên dijwar yên rêjîma Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê, û bombebarkirina kampên penaberan û navendên partiyên Kurdî yên kurdên Rojhelat.

Wisa xuya dike, ku ji demekê ve plan bo vê êrîşa hevdem ya van herdû dewletan hatiye danîn, bi  armanca kêmkirina fişara cemawerî li ser rejîma Îranê ye ku rûbirûyê şoreşeke cemawerî ya mezin bûye, herwiha bi armanca rûreşkirina wêneyê kurdan û nîşanda wan wekî mirovên terorîst bo ku Tirkiyê bikaribe rabe bi destdirêjiya xwe, ku mebesta serekî ji vê operasyona asmanî ya hovane ew ji bo rûspîkirina wêneyê Erdogan e û bo bilindkirina dengên wî di helbijartinên pêş de.

Tevî ku ev operasiyona serbazî, yasayên navdewletî û peywendiyên cîrantiyê binpê dike, hevdem gefê dixwe li aramiya heyî li navçeyê piştî jinavbirina DAIŞê, herwisa ku careke din hêzên tundrew zindî dike.

Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Ewropayê, bombebarana hovane ya Tirkiyê li ser navçeyên kurdî li Sûriyê şermezar dike, û di heman demê de daxwaza derketina Tirkiyê û komên çekdar yên çeteyên wê ji Efrîn û SerêKaniyê û Girê Spî dike û daxwaza radestkirina rêveberiya van navçeyan bo xelkê deverê bi xwe dike ji bo birêvebirina karûbarên xwe bi xwe, û bang li Kurdan dike ku di vê karesatê de destê yekbigirin, û derfetê li pêş hêncetên Tirkiyên yên neheq bigirin, û di heman demê de daxwazê ​​ji PKK dike ku vegere meydana xwe û bihêle gelê Kurd bi xwe rabe bi rêvebirina karûbarê xwe, hevdem destdirêjiya Îranê li ser Herêma Kurdistanê û tawanên li dijî xelkê Îranê û şoreşa wê ya aştiyane şermezar dike, ku herdû dewlet li şûna ku bi gelê xwe re aşt bibin û rêzê li miletê din bigirin, ku qeyranên xwe dişînin bo derveyî sînorên xwe.

Dilovaniya xwedê bo şehîdên Kurd, saxî bo birîndaran, mirin ji stemkar û dagirkeran re.

25`ê Mijdar 2022

Nivîsîngeha Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Ewropa