Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya xwandekarên zanîngehên seranserê Îranê ji xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê

16:06 - 26 Çirriya paşîn 2022

Îro Şemî 5`ê Seramwezê li ser banghêjiya seranserî, xwandekarên zanîngehên Îranê yên weke, zanîngeha Zanist û Ferhenga Tehranê, zanîngeha Pîşesazî ya Îsfehanê, zanîngeha Emîrkebîr a Tehranê, zanîngeha Pîşesazî ya Şerîf, xwandekarên zanîngehên endazyarî ya kîmî, Neft û kampyûtir, zanîngeha Perdîs a Farabî a Tehranê ya li Qomê, bona piştevanîkirin û hevgirtîbûn digel xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê di hewşên zanîngehan de kombûn mang girtin.

Xwandekarên zanîngeha Zanist û Ferheng a Tehranê ya li bajarê Qomê, îşkencekirin û şehîdkirina xwenîşanderên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên rejîma dîktator ve şermezar kirin bi mangirtinê piştevaniya xwe ragihandin.

Her di vê pêwendiyê de, xwandekarên zanîngeha Pîşesazî ya Îsfehanê jî, îro Şemî 5`ê Sermawezê, serkutkarî û hovîtiyên hêzên serkutkar yên rejîma Îslamî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê şermezarkirin û bi mangirtina biçîbûnê piştevaniya xwe ji xwenîşanderên li dijî rejîma Îslamî yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin û bi dana silogana “Piştevanî, piştevanî” xwenîşandan lidar xistin.

Herwisa xwandekarên zanîngeha Zanist û Ferheng a Tehranê jî, piştevaniya xwe ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku ev çend rojin di bin givaşên hêzên rejîmê de ne û rewş bi tewahî awarte ye, xwenîşandan lidar xistin û li djî serkutkarî û cinayetên rejîmê, silogana “Destdirêjiya cinayetê, mirin bo wê Wilayetê” dan û xwenîşandan lidar xistin.

Her di ê pêwendiyê de, xwandekarên zanîngeha Perdîs a Farabî ya Tehranê jî, îro Şemî 5`ê Sermawezê, bo piştevanîkirin ji xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî rejîma dîktator xwenîşandan lidar xistin û silogana “Tu fahişeyî, jina azad ez im”dan.