Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Sendîkaya Kedkarên Nêyşiker a Heft Tepe û Girûpa Yekîtiya malinişînan û Komîteya Hevahengî bo alîkarî dan, li derheq komkujiyên li Rojhilatê Kurdistanê

19:23 - 26 Çirriya paşîn 2022

Sendîkaya Kedkarên Nêyşiker a Heft Tepe û Girûpa Malnişînan û Komîteya Hevahengî bo alîkarî dan bi pêkanîna rêkixiravên kedkarî, di daxuyaniyekê de tevî şermezarkirina “komkujî û nifş kujiyên” li Kurdistanê, ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma dîktator ve, ji rejîmê daxwaz kirin da ku bi lezgînî hêzên xwe vekişîne.

Herwisa di vê daxuyaniya hevpar de tevî dijayetîkirin digel êrîşên mûşekî û afrandina kirîzan ji aliyê Spaha Pasdaran ve yên li ser xaka Herêma Kurdistanê, tekez kirin ku “êşa hevpar” ya dinavbera xelkê Kurdistan û xelkê din yên Îranê de hewce dizane ku, li kêlega hevdu bin û bona azadbûna tewav ji cudahîdanînê hereket bikin.