Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Welatên derve hewce ye ku digel Kurd bikevitin gotûbêjan û siyasetên xwe li hember rejîma Îranê biguherin

21:07 - 26 Çirriya paşîn 2022

Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî yê Partiya Demokrat di 26`emîn kongreya Rêkixirava “Enternasyonal Sosyalîst” de, dengê mafxwazî û raperîna nû ya xelkê Îranê ya li dijî Komara Îslamî gihandin wê rêkxirava navdewletî. Mistefa Hicrî ragihand, welatên derve hewce ye digel Kurd bikevin gotûbêjan û siyasetên xwe li hember rejîma Îranê biguherin.

Mistefa Hicrî, di vê gotara xwe de ku roja Şemî 5`ê Sermaweza 1401`an(26`ê Çiriya Paşîn a 2022`an) û di duyemîn roja kongreyê de pêşkêş kir, binyat û sedemên sereke yên serhildana şoreşa “Jîna”yê û taybetmendiyên cuda yên wê raperînê bo beşdarbûyên kongreya “Enternasyonal Sosyalîst”ê şirove kir. Berfirehiya raperînê ku di 31 parêzgehên Îranê de û radîkalbûna silogan û daxwaziyan, hevpeywendî dinavbera pêkhateyên cuda yên welat û derbasbûn li tewahiya Komara Îslamî ya Îranê çend taybemendiyên sereke yên wê raperînê bûn ku di gotarê de Mistefa Hicrî tîrêj xiste ser.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di berdewamiya behsa xwe de got: Xelkê Îranê niha bi tewahî di beşdariya siyasî û îradeya diyarî kirina çarenivîsa xwe de hatine bê parkirin û heta kêmtirîn mafê siyasî û medenî jî ji wan re nehatiye diyarî kirin û bi sedema îstîsmarkirina serçaveyên aborî ji aliyê bazineya desthilatê ve û ji aliyê derve siyasetên Komara Îslamî û piştevanîkirina rejîmê ji terorîzma dewletî ku bi herdedana samana nîştimana welat û sizayên aborî yên cîhanî yên li dijî Îranê li pey kevtiye û di nav tengasiyeke yekcar zêde de kevtine. Mistefa Hicrî di encama gotinên xwe yên di vê beşê de got ku, Komara Îslamî ya Îranê xelkê wî welatî bi mebestên îdolojîk yên xwe bi dîl girtiye û niha Komara Îslamî ya Îranê mezintrîn metirsiye bo ser ewlehî û jiyana xelkê Îranê.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî yê Hizbê di beşek din a gotinên xwe de nirxên xuya yên wê serhildana cemawerî, wekî xwasta azadî, pêdagîrî li ser mafê demokratîk yên neteweyan, demokrasî, layîkbûn(sêkolarîzim) û wekhevîxwaziya civakî û zayendî bi hûrî bo beşdarbûyên kongreyê dest nîşan kir û got, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê zêdetir ji heft dehk in ku bo wan biha û nirxên cîhanî xebatê dike û di vê pêxemê de qorbaniyek zêde jî daye.

Mistefa Hicrî di beşa dawî ya gotinên xwe de li ser vê yekê pêdagîrî kir ku, girêdana arîşe û kirîzên Komara Îslamî  bi arîşeyên navkî yên wî welatî ve tenê di berjewendiyên reîjmê  de dişkên û mezintirîn arîşeya Komara Îslamî ew e ku rewabûna vê tune ye û metirsiya herî mezine jî bo ser ewlehiya civaka cîhanî. Her ji ber vê yekê ye ku welat û civaka cîhanî dibe piştgiryê bidin bi raperîna xelkê û digel hêzên Kurdî bikevin bi gotûbêjan û siyaseta heta niha ya xwe ya digel Komara Îslamî jî biguherin.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî yê Hizbê dawîn car got: Partiya Demokrat reşnivîşa biryarnameyekê pêşkêşî kongrê kiriye ku, hêvîdar im endamên kongrê vê bipejrînin û pêngavek bikiryar bona cî bi cî kirina vê havêjin.

26`emîn kongreya Rêkxirava “Enternasyonal Sosyalîst” di roja Înê 4`ê Sermawezê(25`ê Çiriya Paşîn) de, li bajarê Madrîd a Spaniyayê bi beşdariya heyeteke payebilind a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê destpê kiriye û 3`ê rojan berdewam dibe. Di roja yekem a karê Kongireyê de, bo rêzgirtin ji xebat û tekoşîna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li pêxema aştî, azadî û dadperweriya civakî, nameya rêzgirtinê pêşkêşî Partiya Demokrat hat kirin.