Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê: Bi hawara xelkê Kurdistanê werin

22:38 - 26 Çirriya paşîn 2022

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî!

Korr û Komelên cîhanî!

Dewlet û rêkxiravên mafê mirovî!

Zêdetir ji 70`î rojiye ku li ser nerizayetiyên cemawerî yên berfireh di Îranê de derbas dibe. Çiroska wê serhildanê û nîşandana nerizayetiyê bi kuştin bêrehmane ya “Jîna”(Mehsa)Emînî li bajarê Tehranê bi destê polîsê Komara Îslamî bû. Ev nerizayetiyane li bajarê Seqizê bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” û gelek bi aramî destpê kir û bo hemû Kurdistan û navçeyên din yên Îranê pel havêt û li derveyî welat jî bal û piştevaniyek zêde ya korr û komelên siyasî û xeyrê siyasî bo aliyê xwe rakêşa. Lê, bersiva Komara Îslamî bo vê rewşê her di destpê de haşa kirin ji kuştina “Jîna”yê bû û piştire jî, bi serkutkirina dirindane ya xwenîşanderan û canê sedan kesên din stand û xwenîşandanên aram ber bi tundûtîjiyê û kuştin û biçavkirinê ve rakêşa.

Rapora Rêkxiravên Mafê Mirovî bas dikin ku, di asta Îranê de heta niha 445 kes hatine kuştin ku 63 ji wan temenê wan xwarê ji 18 saliyê ye û 43 ji wan jî jin in. Her ev amarên han dibêjin ku zêdetirîn kuştî li navçeyên hertim qeraxê yên weke Sîstan û Belûçistan û Kurdistanê bûne, bi awayekî ku li Kurdistanê heta niha 108 kuştî hatiye zanîn ku 11 ji wan zarok in û 5 ji wan jî jin in û di vê amarê de aliyê kêm 6 kes di bin îşkencekirinê de canê xwe ji dest dane.

Komara Îslamî bilî li tawana bikar anîna çekên şer dijî xwenîşanderan, di piraniya navçeyên Îranê de, Kurdistanê zêdetir li her cihek din milîtarîze kiriye û bi awayê dirindane xelkê dikuje, heta di beşek li bajaran de yên weke Ciwanroyê rejîmê ji çeka doşka û gaza E`isab mifah wergirtiye. Di Kurdistanê de bi giştî xelk bi awayekî sîstematîk komkuj kirine û li çekên giran û nîv giran bo li hember derkevtina digel xelkê medenî û dest vala yên Kurdistanê mifah wergirtiye û ev jî bi awayek tewav wateya tawan dijî mirovahiyê ye û civaka cîhanî li ser milê wê ye ku pêş ji berdewamiya wan cinayetan bigire.

Dezgeha serkutkariya Komara Îslamî di vê heyamê de bi berdewamî û bitaybet di wan çend rojên dawiyê de, tevî ragihandina hikûmet nizamî di heyama şevê de,  di piraniya bajarên Kurdistanê de, bi awayê hovane di kolanan de teqe li avahiyên xelkê dikin û piştire êrîş ser avahiyên wan dikin, êrîş dikin ser kal, ciwan, jin û zarokan, bi hinceta beşdarîkirin di xwenîşandanan de xelkê li malên wan de derdixin û bi bêrêzî kirin û sivkatîkirinê ji wan dixin û binçav dikin. Bilî vê yekê jî, di piraniya bajar û cihên bo mînak li bajarên weke, Bokan, Ciwanro û Mehabadê hêzên çekdar yên ser bi Spaha Pasdaran êrîşî ser avahiyan kirine û digel gihandina xisar û ziraran, zêr û kelûpelên biqîmet yên malan jî talan dikin.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê radigihîne, tişta ku rejîm li Kurdistanê li dijî xelkê encam dide, cinayeta şer e û tawaneke dijî mirovahiyê ye. Lewma, hewcehî bi tedbîrên micidtir û pêngavên bikiryar heye ji bo pêşîgirtin li berdewamiya tawanên Komara Îslamî. Xuya ye pejirandina biryarnameya Şêwreya Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî Komara Îslamî û avakirina komîteyekê bo lêkolînkirina rastiyan karek bicih û kêrhatî bû, lê, em li ser vê baweriyê ne ku divê tedbîrên micidtir ji bo lêpirsînkirin ji rejîmê bidin berahîka xwe.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê careke din bala civaka cîhanî dikşîne ser rewşa Kurdistanê û tawanên rejîmê û ji navendên biryardanê daxwaz dike ku bi alîkariya gelê Kurd werin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

5`ê Sermaweza 1401`an

26`ê Çiriya Paşîn a 2022`an