Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustefa Oziçelîk bo Mistefa Hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq wergirtina spasnameya Rêkxirava Internasyonala Sosyalîst

23:08 - 26 Çirriya paşîn 2022

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Rêzdar Mustafa Ozçelîk Peyameke Pîrozbahîyê Ji bo Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Mistafa Hicrî ra Şand.

Rêzdar Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Rêzdar Kek Mustafa Hicrî

Em lê agahdar bûne ku, di 26emîn Kongreya  Internasyonala Sosyalîst a ku li Madrîd a bajarê Îspanyayê  li dar ketibû da, roja 25.11.2022yê,  ji bo rêz lê girtina xebat û têkoşîna  PDKÎyê,  bi navê  ‘’Aştî, Azadî û Dadperwerîyê’’ li ser navê Internasyonala Sosyalîst  spasnameyek pêşkêşî cenabê we hatîye kirin.

Em bi vê spasnameyê gelekî kêfxweş û serbilind bûn.

Ev spasnameya, rûmet dayîn û piştgirîyeke mezine ji bo doza rewa ya gelê me  yê Rojhilatê Kurdistanê  û ji bo xebata meşrû û dilsozane ya hemû şehîd û têkoşer û kedkarên PDK Îranê.

Herweha em pê agahdar bûne ku birazîya şehîd Dr. Sadiq Şerefkendî û endama Yekitîya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê Gulale Şerefkendî jî wek Cîhgira Sekretera Jinên Internasyonala Sosyalîst hatîye hilbijartin. Em bi vê wazîfedarîya Xanim Gulale Şerefkendî jî gelekî kêfxweş û serbilind in.

Em di wê bawerîyê da ne ku, spasnameya ku cenabe wergirtîye û wazîfeya Xanim Gulale Şereflendî, bersîveke xurt  e , ji bo êrîş û kuştin û girtin û zordestîyên Cimhûrîyeta Îslamî ya Îranê jî.

Em hêvî dikin ku ev spasnameya ku Internasyonala Sosyalîst pêşkêşî cenabê we kirîye, ji bo raperîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê jî,  bibe piştgirî û sîyaseteke nevdewletî ya hemû dewletên Ewropayê û dewletên din.

Bi minasebeta vê spasnameya ku cenabê we wergirtîye û ji ber wazîfeya Xanim Gulale Şereflendî, ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê), ji dil û can, cenabê we û Xanim Gulale Şereflendî û hemû rêvebir û endam û têkoşerên PDK Îranê pîroz dikim.

Ez serkeftinê ji we ra dixwazim.

Em bi hemû hest û bîr û bawerî  û hişmendîya xwe ya neteweyî, niştimanî li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li gel rêz û silavên xwe yên  birayane.

26.11.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)