Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwenîşandan di demên şeva Şemî 5`ê Sermawezê berdewam bûn

11:05 - 27 Çirriya paşîn 2022

Şewitandina benêrên rejîmê û xwenîşandana serhildêran li çendîn bajarên wek Tehran, Îsfehan,Kerec, Reşt û Pulduxterê berdewam bûn.

Di çendîn taxên bajarên Tehran, Kerec, Meşhed û Îsfehanê de xelk rjiyane ser şeqaman û siloganên “Bimre dîktator, Bimre xamineyî” dan.

Di bajarê Pulduxterê de jî serhildêran agir berdane bînaya îdareya “Teblîxata Îslamî” ya wî bajarî.

Di bajarê Reştê de jî serhildêran benêrên “Bijî azadiya jinan û Bijî Kurdistan” li çendîn cihên wî bajarî de li dîwar û piran dan.

Herwisa li bajarê Elîgûderz ya girêdayî parêzgeha Lurdistanê, xelkê serhildêr benêrên rejîmê şewitandin.

Duh şev li meydana Îran Mal ya Tehranê jî xelkê rijyan ser şeqaman û xwenîşandan lidar xistin.

Dubare Tehran, serhildêrên Şemsabada serhildêranTehranê li ser dîwarên bajar silogana “Xwîn bi reng nayê paqijkirin”, li dijî rejîma dîktaror nerizayetiya xwe nîşan dan.

Li Golşehra Kerecê jî serhildêran bi dana silogana “Yek kes bê kuştin 6 hezar kes li pişta wî ne”, heta derengiya şevê li şeqamên bajar de bûn.

Colfaya ser bi Îsfehanê jî serhildêr derkevtin ser şeqaman û bi dana silogana “Azadî, Azadî, Azadî” li dijî rejîma dîktator xwenîşandan lidar xistin.