Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva Çarşemî 11`ê Xezelwerê xwenîşandan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam bû

11:32 - 3 Çirriya paşîn 2022

Şeva Derbasbûyî 11`ê Xezelwerê serhildana xelkê di 47`emîn şeva xwe de li dijî rejîma Îranê berdewam bû,

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke: “ Sine, Merîwan, ,Kirmaşan Seqiz, Bokan û Mehabad”ê berdewam bû, welatiyan li dijî rejîma Îranê û biniyata wê rejîmê li çepera şeqaman de amadebûn.

ciwanên bajarê “Bokan”ê rêya maşînên barhilgiran di navbera bajarê Bokan û Miyanduavê bi agir girtin.

Herwisa ciwanên bajarê Merîwan rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê silogana “Em hemû Jînan e , şer bike heta em jî şer bikin”dan.

“Li Kurdistanê heta Sîstanê canê me gorî Îranê”, silogana ciwanên bajarê “Sinê” ye ku şeva derbasbûyî wiha di şeqaman de didan.

Herwisa li bajarê “Sinê” di navbera xelkê û hêzên rejîmê şer û pevçûn derket, û ji aliyek din ve hêzên rejîmê zirarek zêde gihandine mal û maşînên welatiyan.

Li bajarê “Mehabad”ê bi agir rêyên nava kolan û şeqaman ji aliyê xelkê ve hat girtin û li dijî rejîmê silogana mirin bo dîktator hat danê.

Li bajarê “Kirmaşan”ê xelkê bêzar ji rejîma Îranê bi agir êrîş kirine ser “Hewzeya Îlmiye” li wî bajarî û şewitandin.