Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi tewahî milîtarîze kiriye

12:17 - 27 Çirriya paşîn 2022

Li bajarê Bokanê hêzên serkutkar yên rejîmê bi çekên giran û tirombîlên leşkerî û hêzek leşkerî ya zêde di nav bajar de bona tirsandina xelkê Kurdistanê tedigerin.

Ji aliyek din ve, li bajarê Merîwanê, serhildêrên bivêr û xwedî îradeya polayîn, bi şev rijyan ser şeqman û li dijî dîktatorî û cinayetên rejîma zarokkuj, xwenîşandan kirin û silogana “Mirin bo caş” dan.

Îro Yekşemî 6`ê Sermawezê jî, li bajarê Sine xwandekarên zanîngeha Azad a wî bajarî di hewşa zanîngehê de li dijî serkutkarî û cinayetên rejîmê kom bûn silogana “Xwandekar dimire, û serşoriyê erê nake” dan.