Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara şehîdên serhildanê gihîşte 450 kesan

13:11 - 27 Çirriya paşîn 2022

Çalakvanên Mafê Mirovî yê Îranê belav kiriye ku heta 5`ê Sermawezê 18 hezar û 173 kes hatine binçavkirin û herwisa daye zanîn ku heta vê rêkevtê di 156 bejaran de xelkê serhildêr xwenîşandan lidar xistine.

Çalakvanên Mafê Mirovî yê Îranê belav kiriye ku heta roja Şemî 5`ê Sermawezê, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 450 kes hatine şehîdkirin ku 63 kes ji wan şehîdan zarok in, herwisa amara binçavkiriyan gihîştiye  18 Hezar û 173 kesan ku 566 kes ji wan xwendekar in.

Herwisa Nûçegihaniya “HRANA”yê daye zanîn ku, heta niha nasnameya 3 Hezsar û 332 kesên binçavkirî hatiye zanîn.

Pêka wan amran heta dawiya roja Şemî 5`ê Xezelwerê, di 145 zanîngehên Îranê de xwendekarên serhildêr xwenîşandan kirine.

Herwisa “HRANA”yê belav kiriye, Hezar û 102 kombûnên xelkê û xwendekaran li seranserê Îranê bi rê ve çûne ku, tewahî ji aliyê hêzên ewlehî ve bi awayê tundûtîj û dijwar digel wan reftar hatiye kirin.