Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwandekar û dersxwanên bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî rejîma dîktator silogan dan

11:35 - 28 Çirriya paşîn 2022

Duh 6`ê Sermawezê, dersxwanên xwandingeha koran ya Benderebasê li dijî serkutkarî û mirovkujiya rejîmê xwenîşandan lidar xistin û li djiî rejîmê silogana “Jin, Jiyan, Azadî” dan.

Herwisa dersxwanên keç yên xwandingehên bajarê Sine jî, duh li dijî cinayet û dîktatorî û serkutkariyên hêzên rejîma dije azadiya mirovî xwenîşandan lidar xistin û silogana “Binavê jin, Bi navê jiyan”dan.

Her di vê pêwendiyê de xwandekarên zanîngeha Elame Tebatebayî ya Tehranê jî, bo piştevaniya xwandekarên hatinî binçavkirin, xwenîşandan lidar xistin.

Dubare xwandekarên zanîngeha Fakultî ya Avadanê, bona piştevanîkirin li xelkê serkutkirî ji aliyê hêzên xwenîmij yên rejîma Îslamî ya Îranê li ser dîwaran silogan û plakartên li dijî rejîmê nivîsîn.

Zanîngeha Pîşesazî ya Îsfehanê jî xwandekaran li dijî serkutkarî û cinayetln hêzên rejîma dîktator xwenîşanda lidar xistin.

Herwisa dersxwanên dibistana Ebduavayê Tehranê jî, duh rijyan ser şeqaman û li dijî rejîma dîktator silogana “Mirin bo dîktator” dan.

Xwandekar û komek mamosteyên zanîngeha Azad a Sine, li dijî serkutkarî û cinayetên rejîmê xwenîşandan lidar xistin û bi dana silogan û belav kirina daxuyaniyekê, tevî şermezarkirina serkutkariyên tund yên rejîmê di bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, daxwazkirin bi lezîgîn  xwandekar û mamosteyên binçavkirî azad bikin.