Roja Yekşemî 6`ê Sermawezê, komek mamoste û ferhengiyên bajarê Bane, bi belav kirina dxuyaniyekê, li derheq tundûtîjî û serkutkariyên serhildêran ji aliyê hêzên rejîma dîktator ve daxwaza kirin ku bi lezgîn tundûtîjî û serkutkirina serhildêran bidin serkinandin.
Mamoste û ferhengiyên bajarê Bane di vê daxuyaniya xwe de tekez kirine ku, Xelkê şeqam bona gotina daxwazkariyên xwe hilbijartine, lê, desthilatê hîn dengê wan nebihîstiye.