Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya UNICEFê kuştina zarokan ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir

12:40 - 28 Çirriya paşîn 2022

Roja Yekşemî 6`ê Sermawezê, Sandina piştevanîkirin ji zarokan ya Saziya Neteweyên Yekbûyî(UNICEF)ê di daxuyaniyekê de kuştina zarokan ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir.

 Vê saziyê di daxuyaniya xwe de rû li rejîma Îranê ragihandiye, Komara Îslamî weke yek ji endamê Konvansyona Mafê Zarokan, bo berçavgirtin û birêvebirina mafê zarokan bo jiyanê, sînûrê taybet, azadiya gotinê û kombûnên aştiyane erkdar e.

 Herwisa sandiqa piştevanîkirin ji zarokan ya Saziya Neteweyên Yekbûyî, di berdewamiyê de bi îşarekirin bi êrîşkirina li ser xwandingehan nivîsiye, xwandingeh dibe hertim cihê ewleh bin bo zarokan.

Her di vê pêwendiyê de, ji Saziya UNCEF daxwaz hatiye kirin ku, bi mifahwergirtin ji tewahiya îmkanên xwe, Komara Îslamî neçar bi berçavgirtina peymanên navneteweyî û naxweyî yên xwe li derheq  zarokan û rawestandina rewşa xerab a niha bike.