Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa: Di heyam 72 rojên derbasbûyî de 110 kes di Kurdistanê de hatine şehîdkirin

17:30 - 28 Çirriya paşîn 2022

Pêka nûtirîn amara belavkirî ya “Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa”yê, di heyam 72 rojên raperîna seranserî ya li Îran û Kurdistanê de, tenê li Kurdistanê 110 xwenîşander, ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve hatine şehîdkirin.

Armar bas ji vê dikin ku 12 kes ji şehîdên Kurdistanê temenê wan kêmtir ji 18 salî bûne û 5 ji wan jin in, herwisa di raporê de bi awayek hûr digel amarên şehîdan, cih û çawaniya şehîdkirina wan jî hatiye rohn kirin.

Pêka amara “Kurdpa”yê li rojên 30`ê Xermananê 14 şehîd, rojên 4 û 5`ê Xelzelwerê 12 şehîd û 24 heta 30`ê Xezelwerê jî 44 şehîd hebûne û di wan rojan de zêdetirîn qetlên hikûmetî hatine encam dan.

Ew 110 şehîd di encama raperîna xelkê bajarên, Sine, Dêwlan, Urmiye, Pîranşar, Dîwandere, Şino, Îlam, Şabad, Kirmaşan, Sinqor, Qoçan, Merîwan, Selmas, Selasa Bawecanî, Bokan, Serpêla Zehab, Qesira Şîrîn, Mehabad, Serdeşt, Bane, Gêlan, Tikab, Kamêran, Sevlava, Rebet, Ciwanroyê tevlî karwana şehîdan bûne.

Piştî şehîdkirina “Jîna Emînî”, raperînek seranserî li Kurdistan û Îranê hat gorê, ku heta îro bedewam e, di vê raperîna seranserî de, bajarên Kurdistanê zêdetir ji 72 rojane ku raperînê didomîne û di vê pêxemê de jî, komek xwenîşander jî canê xwe goriyê nîştiman kirine.