Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawîn amara şehîdbûna serhildêrên li Kurdistan û Îranê\ 451 kes hatine şehîdkirin

10:26 - 29 Çirriya paşîn 2022

Pêka amara Organa Nûçeyî ya Komek ji Çalakvanên Mafê Mirovî ya “Hêrana”yê li Îranê, ji rêkevta 26`ê Xermananê heta 7`ê Sermaweza 1401an a Rojî, 451 xwenîşander di encama serhildana seranserî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve hatine şehîdkirin ku 64 ji wan temenê wan kêmtir ji 18 saliyê bûye.

Organa Nûçeyî ya komek ji çalakvanên mafê mirovî ya “Hêrana”yê di vê amara xwe de daye zanîn ku, ji 26`ê Xermananê heta 5`ê Sermawezê, 18,183 xwenîşander hatine binçavkirin ku tenê nasnameya 3,377 kesan hatiye zanîn.

Herwisa bi berdewambûna serhildanê di sêyemîn meha xwe de, heta niha 157 bajar û 143 zanîngeh tevlî vê meşa serhildana seranserî ya li dijî desthilata dîktator a Îranê bûne û di vê meşa xwenîşandanê de heta niha 574 xwandekar hatine binçavkirin.

Her çend ku Komara Îslamî bi hemû hêza xwe û bi tundtirîn û dirindanetirîn şêwe digel serhildêran reftar dike, lê heta niha 1105 kombûnên seranserî yên nerizayetiyê li bajar û zanîngehên seranserê Kurdistan û Îranê bi rê ve çûne.