Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê bi şehîdkirina 300 xwenîşander di serhildana seranserî de îtiraf kir

10:33 - 29 Çirriya paşîn 2022

Fermandê Hêza Esmanî ya Spaha Pasdaran a terorîst, “Emîr Elî Hacîzade”, roja Duşemî 7ê Sermawezê piştrast kir ku di xwenîşandanên du meh û nîvên derbasbûyî de li Îranê zêdetir ji 300 kesî hatine kuştin.

Eva yekemîn berpirsê payebild ê rejîma Îslamiya Îranê ye ku bi serkutkirina xelkê û hejmara wan îtiraf kiriye.

Navbirî di gotinên xwe de, serhildêrên li Îranê bi şerxwaz û xapîner daye zanîn.

Axavtinên wî terorîstê Spaha Pasdaran di halekê de ye ku rejîma Îslamî ya Îranê bi mifahvergirtin ji deng û rengê rejîmê, piraniya xwenîşanderên serhildana seranserî li Îranê bi “xwekujî, xweavêtin ji bilindahiyan ve, bûyera hatin û çûnê û…hwd”, daye zanîn.

Rejîmê dîsan jî xwe ji dana amara şehîdkirina xelkê serhildêr diparêze û amarên serast gelek ji vê yekê zêdetir in û li gor amara saziyên mafê mirovî, heta niha bi giştî l Îranê 451 serhildêr bi gulleyên rasterast ên hêzên rejîmê hatine şehîdkirin.

Terorîstê Spaha Pasdaran di halekê de wan xelkê serhildêr bi şerxwaz û xapîner dide nasîn ku pêka amaran zêdetir ji 60 zarok jî di nav serhildana seranserî de hatine şehîdkirin.