Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Îranê jî şeva derbasbûyî xwenîşandan berdewam bû

11:43 - 3 Çirriya paşîn 2022

Şeva derbadbûyî 11`ê Xezelwerê, tevî bajarên Rojhilatê Kurdistanê li beşek ji bajarên Îranê jî xwenîşandan berdewam bû, û hevwelatî li dijî rejîma Îranê di 47`emîn şeva berdewamiya serhildanan li dijî rejîmê berxwedidan.

Li bajarê “Îsfehan”ê xelkê wî bajarî li cihek bi navê “Çaharbax” kombûn û li dijî rejîma Îranê û biniyata wê rejîmê silogan dan.

Li bajarê “Tewrêz”ê xelkê wî bajarî rijiyane ser şeqaman û bi zimanê “Azerî” li dijî rejîmê silogan dan.

Herwisa li deverên cuda yên bajarê “Tehran” xelk li ser şeqaman bûn, û li dijî rejîmê silogan dan.

Li otûbana “Sedir” a bajarê “Tehran”ê wiha batirsoka “Xamineyî” çêkirine û li ber çavê xelkê daliqandine.

Li otûbana “Sedir” a bajarê “Tehran”ê batirsoka “Xamineyî” çêkirin û li ber çavê xelkê daliqandine.

Li bajarên weke “Kerec, Meşhed û Ramser”ê wêne û bennêrên taybet bi rejîma Îranê hatin şewirandin.

Herwisa li bajarê “Xaş” a girêdayî parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê bi çekan êrîşkirine ser “Kelanteriya 11” a wî bajarî.

Li çendîn bajarên din kombûnên hevwelatiyan berdewam bûn, û herwisa jin û keç û xortên bivêr li dijî rejîmê li ser der û dîwarên bajar silogan nivîsandin.