Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“CNN”: Rejîma Îranê gef ji malbatên lîstikvanên topa pê ya Îranê xwariye

11:16 - 29 Çirriya paşîn 2022

Rejîma Îslamî ya Îranê bi mebesta peydakirina hesteke direwîn a piştevanî ji tîma millî ya topa pêya Îranê, plan daniye ku bi hezaran hêzên ewlehî wek temaşevan bişîne lîstika digel Amerîkayê.

Ajansa Nûçegihaniya “CNN”ê daye zanîn ku berpirsên ewehî yên rejîma Îranê gef ji lîstikvanên topa pê ya tîma milliya Îranê xwarine ku eger di meşa lîza roja Sêşemî ya digel Amerîkayê piştevaniyê ji nerizayetiyên dijî rejîmê bikin, dê malbatên wan rastî îşkence û girtîgehê bên.

Çavkaniyek ewlehî ku ji nêzîk ve çavdêriya reftarên rêxistinên ewlehî yên Îranê di çarçoveya Kûpaya Cîhanî ya Qeterê de dike, di raporta xwe de ji bo kanala CNN ragihandiye, ku bi dehan piledarên ewlehî yên Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî û saziyên din ên ewlehî yên rejîma Îranê digel tîma topa pê ya Îranê çûne Qeterê da ku lîstikvan û endamên din ên tîmê bixin bin kontrola tund û rê nedin ku bi saziyên navneteweyî re hevdîtin û hevpeyvînê bikin.

Li gor gotina vê çavkaniyê, hêzên ewlehî yên rejîmê, beriya lîza bi Îngilîzê re, li ser navê rêberê Îranê soz dabûne lîstikvanan ku “diyarî û otomobîlan” bidine lîstikvanan, lê piştî ku lîstikvanan nexwestin sirûda Komara Îslamî bixwînin, hêzên ewlehiyê taktîkên xwe guherîn û niha gefa îşkence û girtinê ji wan dixwen.